HDP û Partiya Çepên Kesk: Em ê derbarê hilbijartinê rexne û xwerexneyê pêk bînin

HDP û Partiya Çepên Kesk encamên hilbijartinê nirxandin û gotin “Me peyama hilbijêran wergirt. Em bi hemû aliyan ve di pêvajoya rexne û xwerexneyê de hay ji berpirsyariya xwe ya nirxandinê hene û em ê tiştên pêwist bi cih bînin.”

Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin û Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, têkildarî encamên hilbijartinê li Navenda Giştî ya HDP’ê civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku di van hilbijartinan de bi temamî nekarîn bigihêjin hedefên ku dabûn pêşiya xwe û got, "Diyar e ku encamên hilbijartinê ji bo me weke serkeftin nayê dîtin."

Uçar diyar kir ku ji roja destpêkê ya hilbijartinê heta niha ji ber sedemên siyasî li ser wan destgîrkirin û girtin çêbûye û got “Ji roja ku Tirkiye ketiye nava atmosfera hilbijartinê, bi komploya Kobanê û dosyaya girtinê ve, xwestine pêşiya siyaseta me bigirin. Pêvajoya ku bi dosyeya Kobanê û girtinê dest pê kir, veguherî hewayeke zextê ya li hemberî hilbijartinan. Doza girtinê jî wek şûrê Demokles li Tirkiyeyê pêşiya pêşbaziya hilbijartina wekhev û adilane girtiye. Xwestin bi doza girtinê re îpotekê deynin ser vîna bi milyonan hilbijêrên me.”

Uçar wiha domand “Di pêvajoya hilbijartinê de her roj bi operasyoneke siyasî bi sedan hevalên me hatin destgîrkirin û girtin. Li gelek deveran bi teşwîqên hikûmetê li ser xebatên partiya me êrîşên nijadperest hatin kirin. Tifaqa Cûmhûrê qet nehiştiye ku ev hilbijartin di şertên wekhev de pêk were. Di dema hilbijartinê de her cure çavkanî û hêza giştî ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn. Di sedema derketina van encaman de bandor dek û dolaban diyarker e.

Me peyama hilbijêran wergirt. Em  bi hemû aliyan ve  di pêvajoya rexne û xwerexneyê de hay ji berpirsyariya xwe ya nirxandinê hene û em ê tiştên pêwist bi cih bînin. Em dixwazin bi raya giştî re parve bikin ku em ê li ser kêmasî û qelsiyên xwe nîqaşan bikin û em ê gavên hewce biavêjin.”

‘BILA GELÊ ME ARAM BE, EM Ê TIŞTA JI BO TÛRA DUYEMÎN PÊWÎST E, PÊK BÎNIN’

Bila dilê bi milyonan kesên deng dane Partiya Çepên Kesk û yê gelê me fireh û aram be. Em ê rolê dîrokî, wezîfe û berpirsyariya ku gelê me têkildarî hilbijartinên Serokkomariyê ku li gorî daneyên heyî ji tûra duyemîn re maye, pêk bînin. Em ê bi hêvî û coşa xwe xebatên xwe bidomînin.”

Ûçar anî ziman ku sedemê ku hilbijartina serokkomariyê ji tura duyemîn re ma, nêzîkatiya fedakar a hilbijêrên HDP’ê û Çepên Kesk e ku alîgirê demokrasî û edaletê ne û got: “Di vê çarçoveyê de car din em spasiya hevalên xwe yên partiyî hemûyan dikin. Di hilbijartinên ku di şert û mercên zehmet û krîtîk de pêk hatin, em mijara bûyîna partiya sêyem a mezin a meclîsê, girîng dibînin. Em ê bi vê berpirsyariyê têkoşîna xwe bi rengekî bi biryar bidomînin. Bila ti kes nekeve bêhêvîtiyê. Ji bo têkçûna rejîma yekzilamî, wê têkoşîn bidome.”

‘EM Ê SEDEMÊN WINDAHIYÊN XWE NÎQAŞ BIKIN’

Hevserokê Giştî yê HDP’ê bersiva pirsên rojnamevanan da. Sancar diyar kir ku windayên wan ên diyar hene û wiha got: “Me parastina tifaqê timî cidî girt, di tifaqan de rîskên bi vî rengî çêdibin. Beşek ji van rîskan di van hilbijartinan de pêk hatin. Em ê vê yekê bi sazî û tifaqên xwe yên hevpar re nîqaş bikin.”

Sancar diyar kir ku li giştî welêt dengên wan ketin û got: “Li bajarên rojava ev ketin hîn balkêştir in. Em dikarin qala serneketinekê bikin. Li rojava kêmtir deng hatine standin, ji bo me pirsgirêk e. Divê em sedemên wê bi rêjeyên wê re nîqaş bikin. Li vir eger kêmahî û qelsiyên me hebin, teqez hene, em ê di pêvajoya rexne û rexnedayînê de binirxînin.”